Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FDA Dema Bikaranîna Vaksîna Johnson & Johnson Dirêjtir Dike


Kompanîya Johnson & Johnson dibêje ku karbidestên saxlemî yên Amerîkî dema bidawîhatina bi mîlyonên dozên vaksînên COVID-19 jibo hêşt hefteyên din dirêj kirin.

Johnson & Johnson da zanîn ku Rêvebirîya Derman û Xwarinê (FDA) erê kir ku dema hiştina vaksîna wê ya yek dozî were dirêj kirin.

Berî demeke kin gelek rêvebirên yaletên Amerîkî hişyarî dabûn ku dema gelek vaksînên ku nehatine karanîn di dawîya Hezîranê de ber bi dawîbûnê ve nêzîk dibe.

Biryara FDA di vê demê de tê ku hefteya borî rojane 800,000 Amerîkî hatibûn vaksîn kirin ku ew hejmara di meha borî de rojê 2 mîlyon vaksîn bû.

Serokê Amerîka Joe Biden ji xwe re armanc danîbû ku heta 4’ê Tîrmehê 70 ji sedê Amerîkîyên ji 18 salî mezintir werin vaksîn kirin, lê heta niha % 64 Amerîkî vaksîn li xwe dane.

XS
SM
MD
LG