Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FDA Destûra Fermî Dide Karanîna Vaksîna COVID-19 ya Pfizer


Rêvebirîya Derman û Xwarinê ya Amerîkî (FDA) îro bi fermî vaksîna COVID-19 ya kompanîya Pfizer erê kir.

Biryara ku ji mêjve dihat çaverê kirin, şûna biryara destûra awarte digire ku di meha Berfanbara sala borî hatibû dayîn.

Cara yekê ye ku pisporên saxlamîyê yên Amerîkî pêdaçûneke berfireh li ser vaksîneke COVID-19 dikin û erêbûnê didin vê perpûnê.

Pisporên saxlamîyê bal dikşînin ku wergirtina erêkirina wê di jimareke waran de vaksînkirinê wê hêsantir bike jiber ku hin kes jiber nebûna destûra fermî vaksîn li xwe nedidan.

Dîsa, pisporên saxlamîyê geşbîn in ku bi vê biryara nû karsaz û kardar dikarin bi hêsantirî ji xebatkarên xwe, leşkerîya Amerîkî ji endamên xwe û zanîngeh jî xewendekarên xwe bixwazin ku vaksînê li xwe bidin.

XS
SM
MD
LG