Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FDA Vaksîna Vîrusa Korona ya Johnson & Johnson Dipejirîne


Rêvebirîya Derman û Xwarinê (FDA) vaksîna vîrusa korona ya yekdozî ya kompanîya Johnson & Johnson pejirand.

Bi vî awayî FDA cara pêşî vaksîneke yekdozî erê kir.

Pisporên FDA ya bo pêşnîyazan roja Înê ragihandibûn ku ew bi erênî li vaksîna Johnson & Johnson dinêrin.

Vaksîna Johnson & Johnson, piştî vaksînên Pfizer – BioNTech û Moderne, dibe vaksîna sêyê ku Amerîka bo karanîna wê destûr daye.

Johnson & Johnson ragihandibû ku piştî pejirandina FDA ew hazir in ku di nav hefteyekê de 3-4 mîlyon vaksîn bidin.

Li seranserê Amerîka heta niha pirtir ji 50 mîlyon vaksîn hatine karanîn.

XS
SM
MD
LG