Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karmendên Federalî Îro Careke Din Çûn Ser Karên Xwe


Hikûmeta Amerîkî, piştî 35 rojan, îro Duşemê careke din vebû û dora 800,000 karmendên federalî careke din zivirîn ser karên xwe.

Serokê Amerîka Donald Trump û Kongresê roja Înê li hev kiribû ku beşên girtî yên hikûmeta federal careke din vekin, bê ku jibo avakirina dîwarê ser sînorê Meksîko dirav were dayîn.

Rêketina heyî heta 15'ê Şubatê ye û ger hevbîrbûneke nû çênebe, hîngê hikûmet careke din dikare were daxistin.

Trump îro got ku hemî bijareyên wek daxistina hikûmetê û ragihandina rewşa awarte li pêş wî ne, ger daxwaza wî ya 5.7 mîlyar dolarên bo avakirina dîwar neyê pejirandin.

XS
SM
MD
LG