Îro Sêşemê li bajarê Rimêlanê kombûna Encûmena Damezrêner ya Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê ya duyemîn, bi amadebûna jimareke partî û kesayetên siyasî, li dar dikeve.
Sekreterê Partiya Çep ya Kurd Mihemedê Musê re hûrbîniyên vê kombûnê ron dike û dibêje ku partiyên di bin baskê Rêvebiriya Xweser de hewil didin ku sîstema federaliya demokratîk ragihînin û li herêmên Kurdî pêk bînin.
Birêz Musê anî ziman ku ev proje Kurdî ye û tu destê welatên biyanî yan herêmî tê de tuneye.