Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûrîyê û Hevalbendên Wan Pêşnîyara Sîstema Federalî Pejirand


Ajansa Reuters dibêje ku Kurdên Sûrîyê û hevalbendên wan îro Pêncşemê ragihandin ku jibo bakurê Sûrîyê bernivîsa pergala hikûmeta federal pejirandine.

Li gor pêşnivîs, herêmên ku ji destpêka şerê Sûrîyê ve di dest Kurdan de bû dê bibin heremên wan yên xweser.

''Pêşnivîsa li gor qanûna ku wek 'Hevpeymanîya Civakî tê zanîn hate hazir kirin'' karbidestekî Kurd ji Reuters'ê re got.

Ji destpêka 2011an Kurd her çiqas bi awayekî xweser herêmên di dest xwe de bi rê ve dibin jî, serokên Kurdan dibêjin armanca wan a sereke ne dewleteke serbixwe ye.

''Hevpeymanîya Civakî hat pejirandin'' Hevserokê Komîteya Damezirîner ya Sîstema Federal, Mansur El Selîm li Rimêlanê ji Reuters'ê re got.

Selîm bêyî ku dîroka wê bêjê dîyar kir ku dê komîteya rêvebirîyê berê hilbijartina herêmî, piştre jî ya navendî çêbike.

Jibo herêmên wek Reqa ku ne di bin kontrola Kurdan de ne jî Selîm destnîşan kir ku dê gelên li wir bi xwe biryarê bidin ka ew tevlî pergala federal dibin yan na.

Hêzên cuda li Reqayê li dijî DAIŞê şer dikin. YPG ya ku Amerîka piştgirîya wê dike ji hêlekê, Sûrîye ya ku Rûsya piştgirîya wê dike ji hêleke din êrîşan dibin ser DAIŞê. Serhildayên ku Tirkîyê piştgiriya wan dike jî li bakurê rojavayê Reqa'yê li dijî DAIŞ'ê şer dikin.

Kurdên Sûriyê û hevalbendên wan ew nêzî 6 sal in ber otonomîyê diçin ku li wî welatî hîn jî rêkeftineke sîyasî bi çavdêrîya hêzên navneteweyî çênebûye.

XS
SM
MD
LG