Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd li Bakurê Sûrîyê Herêmeke Federalî Radigihînin


Kurdên Sûrîyê do Pêncşemê, li bakurê welat ya bin kontrola wan, herêmeke federalî ragihand, lê hem hikûmeta Esad hem jî opozîsyon ew gav red kir.

Di konferansa bajarê Rimîlanê de biryar hate dayîn ku sê kantonên Kurd di bin rêvebirîyeke hevbeş ya girêdayî Sûrîyê de bêne yek kirin.

Hin çavdêr dibêjjn, ragihandina fedaralîzmê wê danûstandinên Cenevrê jî bixe rewşeke tevlihev.

Wezafeta Derve ya Sûrî raghandina Kurdan wek Îdij qanûna bingehîn û bênirx” bi nav kir.

Opozîsyona Sûrî ya bi piştgitrîya Riyad jî ew biryar red kir û wek gaveke “dijî vîna gelê Sûrî” bi nav kir.

XS
SM
MD
LG