Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelal Ceger Endama TEV-DEMê Ragihandina Federalîzmê Dinirxîne


Zelal Ceger member of Democratic Society in North Syria
Zelal Ceger member of Democratic Society in North Syria

Zelal Ceger, endama rêveberiya tevgera civaka demokratîk Tev-Dem ragihandina fedraliyê ya Rojava-Bakurê Sûriyê jibo pişka Kurdî ya Dengê Amerîka nerînên xwe anîn ziman û pirsa fedraliyê nirxand.

Li ser pirsa çima di vê demê de, fedralî hat ragihandin?

Di hevpeyvînek taybet de Zelal Ceger got" Em ber bi Newroza 2016an ve diçin, îlankirina fedraliyê jibo me wek gelê kurd serkeftinek pir mezine".

Di bersivdana pirsên pişka Kurdî ya Dengê Amerêka de, Zelal Ceger, berdewam dike û dibêje " di hindirê dîrokê da mafê gelê kurd nedihat parastin, piştî pênc hezar sal dîrok hate vegerandin, di şoreşa rojava de, gelê kurd xwe îsbat kir.

Şerê suriyê ne şerê gelê Sûrî ye, şerê dewletên derve ne, her kes ajinda xwe dide xebitandin.

Di civînên Cenevre1 de, nehîştin em hazirbibin, me xweseriya xwe îlankir, di Cenevre2 de jî, nehîştin em tevlî bibin, me berxwdaniya xwe bilind kir û meclîsa Sûriya Demoqratîk îlankir, xweya ye berî Cenevre3ê jî wisaye, fedraliyeta bakurê Sûriyê hat îlankirin, ewjî serkeftinek herî mezine".

Di beşeke axiftinên xwe de endama Tev-Demê Zelal Ceger got " Fedralî gava ber bi konfedraliyê ve ye, jibo ku, em bikaribin konfedraliyeke kurdistanê di paşerojê de avabikin, me dest bi fedraliyê kir".

Hevpeyvina bi Zelal Ceger, endama Tev-Demê re, bi temaî li jêr heye, guhdarî bike.

Zelal Ceger
please wait

No media source currently available

0:00 0:24:27 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG