Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump li Qesra Spî Dê Pêşwaziya Netanyahu Bike


Îro roja Çarşemê serok hikûmetê Îsraelê Benjamin Netanjahu dê bi seredanekê gehîte Washington, tê texmîn kirin ku di navbera serok Trump û serok hikûmetê Îsraelê de, derbarê çarçeva giştî ya siyaseta paşerojê li rojhilata navîn gotûbêje bihêne encamdan.

Berpirsên desthilata Felistînê berî gehiştina Netanjahu, Îdara Amerîkî hişyar dikin ku pirsa dewleta Felistînê nedin aliyekî.

Bepirsekî di asta bilind yê Qesra Spî de, roja Sêşemê berî hatina Netanjahu dabû zanîn ku "dibe guherîn hebin, jiber ku pirsa aştiyê pêdivî nake girêdayî avakirina dewleta Felistînê be".

Ev demek dirêje fikira çareseriya aştiya di navbera Felistînê û Îsraelê de, bi çareseriya cût dewletî liser masê ye, lê piştî hatina serok Trump, ku wî di dema kampêna hilbijartina de, got bû, ewê paytexta Îsraelê veguhêze Urşelîmê-Qudisê. Ev bubû sedema dilgiraniya gelek welatên Îslamî û bi taybet gelê Felistînê.

Lê Husam Zemlet şêwirmendê serokê desthilata Felistînê Mahmûd Abbas gotiye, heta niha Amerîka îşaretek weha nedaye ku guherîn di siyaset û helwesta wê ya derbarê pirsa aştiya li herêmê de çêbûye.

Henan Aşrawî yek ji berpirsên di asta bilind ya rêxistina Rizgarîxwaza Felistînê de gotiye pêgirya Amerîka bi endamên radîkal yên Îsraelê û desetkirina wan, dê bibe sedema derketin şer û aloziyan li herêmê.

XS
SM
MD
LG