Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Sîvîl Hewil Didin ji Felluce Derkevin


Sîvîl hewil didin ku ji Anbar direvin
Sîvîl hewil didin ku ji Anbar direvin

Di vê demê de ku hêzên Îraqî hazirî dikin baharî Felluce jinûve bixin bin kontrola xwe, bi deh hezaran sîvîl di destê DAIŞ de ase mane ku dixwaze wan wek mertala zindî kar bîne.

Rêvebira Karên Mirovahî ya Neteweyên Yekbûyî li Îraqê, Lise Grande hişyarî dide ku gelê sîvîl di navbera DAIŞ û hêzên hikûmetê ve ase mane û di rewşeke dijwar de ne.

“DAIŞ dixwaze rûniştvanên bajêr wek mertala zindî bixebitîne, lê hêzên hikûmetê jî wan wek alîgirên DAIŞ dibînin. Loma jî gel di nav du agiran de ase maye.”

Hikûmeta Îraqê ya bi pêşengîya Şîayan roja Duşemê ragihandibû ewê operasyona rizgarkirina Anbar destpê bike ku bajarên Sunnî yên wê herêmê piştgirên xurt yên DAIŞ in.

Analîstê Îraqî Hisham al-Hashemi ji Reuters gotiye ku endamên DAIŞ dest danane ser nasname û belgeyên dora 50,000 rûniştvanên Felluce ku ji bajêr nerevin.

XS
SM
MD
LG