Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermana Girtina Rêberê Berê yê Maldîvan Hate Dayîn


Fermana Girtina Rêberê Berê yê Maldîvan Hate Dayîn
Fermana Girtina Rêberê Berê yê Maldîvan Hate Dayîn

Dadgeheke tawankarî li Girava Maldîvan (Maldives) fermana girtina rêberê wî welatî derxist, ku cara yekê bi rêkên demokratîk hatibû hilbijartin.

Rêvebirekî partîya serokê berê dibêje, dadgehê biryara desteserkirina Mihemed Naşhîd û wezîrê wî yê berevanîyê da, lê tawanên dijî wî hîn jî ne dîyar in.

Serokê berê roja Pêncşemê li paytaxt Male ji rojnamevanan re got, ew hêvî dike ki civata navnetewî demûdest dengê xwe jibo wî bilind bike.

Keç û hevjîna birêz Naşhîd revîbûn Sri Lanka’yê. Lê, reberê berî dibêje, ewê li Maldîvan bimîne û terka welatê xwe neke û heta dawîyê li dijî dozen hemberî xwe tekoşînê bide.

Mihemed Naşhîd roja Sêşemê dest ji seroktîyê berdabû, piştî ku xwenîşandêr û karbidestên polîsan daxwaza karvekêşana wî kirîbû.

Naşhîd dibêje, li dijî wî darbeyek hate kirin. Lê, cîgirê Naşhîd, Wahîd Hasan ku li şûna wî bibû serok, îdîayên wî red dike.

XS
SM
MD
LG