Lînkên eksesibilîtî

Fermandariya Operasiyonên Hevbeş Dibêje Herêm li Gûr Pêkhatinan Tevnagere


Fermandariya Operasiyonên Hevbeş

Ajansa AP da zanîn ku, Îraq dibêje, danûstendinên ligel kurdan biser neketin, herwiha Fermandarîya Operasiyonên Hevbeş ya Îraqê daxûyaniyek di malpera xwe ya Facebookê de weşandiye û dibêje, piştî zincîreke civînan ligel şanda ewlekarîyê ya Hewlêrê, giha bûn hin pêkahtina û reşnivîsek hat bû amade kirin, herwiha çend roj weke mûhlet hat bûn destnîşankirin da ku xûn neyê rêtin û parêzvaniya welatiyan bihê kirin, niha ew gavan paşda diavêjin. Şanda herêmê ya danûstendinan êvarîya roja 31.10.2017an ji reşnivîsa ku, herdu aliyan pejirand bû, ji aliyê Kurdan ve gav paşve hatine avêtin.

Daxûyaniya Fermandarîya Opresiyonên Hevbeş dibêje, di bistikên dawiyê de danûstendin vegeriyan çargoşa yekê û berûvajî hemû xalên yek dengî liser çê bûbû tiştê nû pêşnyar kirine ku, qet nayên qebûl kirin.

Daxûyanî dide zanîn ku, lîstik bi demê tê kirin, herwiha di dema danûstendinan de, herêm bi liv û tevgera leşkerî rabûye û çeperên berevaniyê ava kirine, jibo ku hatin û çûna hêzên fedral asteng kirin.

Di beşekî din yê daxûyanê yê tê gotin ku "hêzên fedral berpirse ji ewlekariya herêman, sinoran û parastina welatiyan, fermanên tûnd di dest hêzên fedral de ne ku, şer çê nebe û xûn neyê rêtin, lê eger ku grûbên çekdar yên girêdayî Hewlêrê bi rokêtan û gulebarandinê bersînga hêzên fedral bigirin, endamên wê bikûjin û welatiyan bitirsînin, ewê bi hêza qanûnê li pey wan bin û tû ciyekê bi ewle bo wan nehêlin".

Dengê Amerîka derbarê daxûyaniya Fermandariya Operasiyonên Hevbeş ya Îraqê têkilî bi berpirsên şanda ewlekariya herêma Kurdistana Îraqê re danî, lê di amade nebûn bersiva daxûyaniyê bidin, wan da zanîn ku haya wan ji daxûyaniyeke bi vî awayî heye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG