Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fêsel Yûsif: Plana Annan ya Sûrîyê ji Serî de Ne Serkeftî Bû


Kuştin li Sûrîyê her diçe zêdetir dibe, li dema ku plana nûnerê NY û Komkara Ereb, Kofî Annan hîn lidar e. Piştî hevdîtina wî Sêşemê ligel serokê Sûrîyê, Birêz Annan ragihand ku hikûmeta Sûrîyê pêbendîyê bi xalên plana wî nake.

Birêz Fêsel Yûsif, Sekretêrê Tevgera Çaksazîyê ya Kurd li Sûrîyê dibêje plana Annan gihiştîye dema xwe ya dawî, ber ku plan nikare di rewşeke wiha de berdewam bike ku berî her tiştî kuştin nesekine.

Di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîka de, birêz Yûsif her wisa dide zanîn ku nûnerê navnetewî Kofî Annan dê neçar bimîne planê behsa kuştina rojane bike.

jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG