Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fewaz Ebdê: Werger di Nav Miletan de Pira Pênasînê Ye


Ji ber rewaş kurdan ya siyasî, pênasînek ron û zelel bi çand û wêjeya kurdî nehatiye kirin bi taybetî ji bo cîranên kurda wek Ereb, Tirk û Farisan. Belê bi ked û xebata hin rewşenbîr, nivîskarên kurdan, êdî beşek ji wêjeya kurdî ya nivîskî hate wergerandin û rê da xwendevanên ereb, tirk yan farisan ku van berehman bixwînin, û ji aliyê din jî ku berhmên ji zimanên din wergerin zimanê kurdî û di nav civata kurdî de belav bibe.

Nivîskar Fewaz Ebdê, yek ji wan nivîskara ye ku destê xwe berda nav wergerê di nav Erebî û Kurdî de.

Destpêka Fewaz ji wergera şano destpê kir, di dema ku di koma Xelat ya folklorê kurdî de li Qamişlo bû.

Fewaz di sala 1961ê de li gundê Neqara ya bi ser bajarê Qamişlo ve ji dayik bû ye.

1984-1990 di koma Xelat a folklor û huner a Kurdî de xebat kir. Û hejmarek ji şanoyan ji zimanê erebê wergerand zimanê kurdî, û weke akterekî jî tê de kar kir. Ji wan çend şanoyên nivîskar ê Îraqî Yûsif Anî û çendek ji yên Ehmed Smaîl jî.

Di sala 1987an de bi koma xelet re yekmîn koma şano ya gerok ava kir.

1992 berhemek kurteçîrok bi navê (Xewaro) li Şamê çapkir.

1992 endamê desteya nivîskarên kovara Stêr bû.

2001 romana Laleşê Qaso "Xezeba azadiyê" ji kurdî wergerandiye erebî.

2003 du berhemên nivîskar Ferat Cewerî "Romanseke çilmisî" û "Kevoka sipî" wergerandin erebî.

2011 pirtûka Mîdya Mehmûd "Tundî dijî pîrekê" ji zimanê erebî wergerand zimanê kurdî.

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûrî\ Șaxê Qamișlo. 2014

2013 pirtûka Heznî Haco ya bi navê "Tê bîra min" ji kurdî wergerand zimanê erebî.2007 romana Helîm Yûsif "Tirsa bê diran" ji kurdî wergernd erebî.

2014-2015 di danîna rêbaza fêrkirinê (Zimanê Kurdî) de xebitî (Mêrdîn)Çîroknivîs e li Qamişlo rûdinê.

2021 pirtûka nivêskarê ferensî Antoine de Saint-Exupéry " Mîrê Biçûk " wegerandiye zimanê Kurdî.

Endamê Komela Subartu ya ku guhdanê bi dîrokê û bi kelepûrê kurdî dike.

Fewaz ji sala 2015an de li Elmaniya dijî.

please wait

No media source currently available

0:00 0:42:29 0:00


XS
SM
MD
LG