Malbata hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag îro Înê li Girtîgeha Kandira cara yekê bi malbata xwe re rû bi rû hevdîtin çêkir. Bavê Yuksekdagê Mevlut û û birayê wê Tarik çûn dîtina hevseroka HDP'ê.
Malbata Yuksekdag, piştî hevdîtinê li pêş girtgîhê pirsên rojnamevanan bersîvandin. Endamên malbatê dîyar kir ku rewşa Fîgen baş e û morala wê jî xurt e.
‘’Belkî em bi xwe li zindanê ne, lê fikra me li derve ye. Silav jibo herkesî. Hez û hurmetên xwe dişînim. Morala min xurt e, morala gelê me jî divê xurt be,’’ Xanim Yuksekdag'ê di peyama xwe de got.
Tevî hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, 10 parlementerên wê partîyê di girtîgehê de ne.
Bi alîyekî din ve, edîtora JINHA’yê Zehra Dogan ku berî pênc mehan li Nisêbînê hatibû girtin, îro Înê hate berdan.