Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Filîpînê Hember Qanûna Dijterorîzmê Xwepêşandan Hat Darxistin


Serokê Fîlîpînê Rodrîgo Duterte

Zêdetirî 1,000 Filîpînî îro Înê, tevî xeterîyên jiber vîrusa korona li hemberî qanûnek nû ya dijterorîzmê ku li benda îmzakirina Serokê Fîlîpînê Rodrîgo Duterte ye, xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandan,ku çalakvanên dijî Duterte rêbertî dikirin, di dema pîrozbahî yên 122'emîn salvegera serxwebûna Fîlîpînê ya ji desthilatdariya Îspanyayê de,hate li dar xistin.

Aktivîstên mafên mirovan di derbarê qanûna ku Serok Duterte derdixine hişyarî didin û dibêjin ev qanûn dê bibe sedema kiryarên hovîtîyê û biryarên zordarîyê, tevî girtina bê biryar û her wiha dibe ku jibo armanc kirina dijberên xwe bi kar bîne.

"Wusa xuya dike ku emê mafên xwe yên bingehîn jiber vê qanûna dijî-terorê, bi taybetî mafê me yê axaftinê ya rexne kirina hukûmetê, winda bikin" got Ofelîa Cantor, yek ji zêdetirî 1,000 xwepêşanderên li Zanîngeha Fîlîpînê ya li paytext Manila.

Xwepêşanderan, jibo xwe ji vîrusa korona biparêzin maske li rûyê kiribûn û pîvana dûrahîya civakî bicîh anîn, pankart hilgirtin û dirûşmên wekî "Qanûna terorê Zarar e!" û "Aktîvîst ne terorîst in!" avêtin.

Berdevkê Serokotîyê Harry Roque berevaniya qanûnê kir, got ku wan nirxên li welatên ku bi tundretiyê re bi bandorî tekoşîn kirine, mînak girtin e.

Wezîre Karên Navxwe Eduardo Ano ragihand ku wî ferman daye polîsan da ku dema çavdêriya xwepêşanderan dikin behn firehî ya herî zêde nîşan bidin, lê wî hîşyar kir ku kombûnên girseyî bi sedema pîvanên vîrusa korona ya welat qedexe ne.

XS
SM
MD
LG