Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîlîpîn Keştîyên Xwe ji Deryaya Çînê Paşve Dikşîne


Keştîyên çavder yên Çînî li Deryaya Başûrê Çînê
Keştîyên çavder yên Çînî li Deryaya Başûrê Çînê

Fîlîpîn mezintirîn gemîya xwe ya şer ji devera kêşebar ya nav Deryaya Başûrê Çînê kişandîye, weku hewldaneke berçav ya kêmkirina girjîyê ligel Çînê.

Wezîrê Derve yê Fîlîpînê Albert De Rosario roja Pêncşemê got, dê qeyikeke çavdêr ya biçûk li devera Scarborough Shoal cihê gemîyê bigire, ku 230 kilometrî bakurê rojavaya Fîlîpînê dikeve.

Girjîya roja Sêşemê destpê kirîbû, piştî ku du qeyikên Çînê rê li ber keştîya şer ya Fîlîpînî girtibû, ku dixwest çend masîvanên Çînî binçav bike.

Her du alî dibêjin, ew hez dikin bi rêkên diplomatîk çareyekê jibo krîza heyî bibînin.

Lê, karbidestên Fîlîpînî dibêjin, Çîn’ê qeyikeke din jî ji rêvebirîya masîvanîyê ya Pekînê şandîye wê deverê, weku nîşan ku Pekîn dixwaze problemê aloztir bike.

XS
SM
MD
LG