Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîlîpîn Grubeke Serhildayên Sûrî Şermezar Dike


Hêzên aştîparêz yên Fîlîpînî li devera Golan di zerevanîyê de ne. Adar 5, 2013
Fîlîpîn bi tundî grubeke serhildayên Sûrî şermezar dike, jiber girtina 21 aştîparêzên Neteweyên Yekbûyî li devera Golan ya di nabvera Sûrîye û Îsraîl de.

Wezareta Derve ya Fîlîpînê roja Pêncşemê di daxuyanîyekê de got ku girtina aştîparêzên Filipînî binpêkirineke jibo qanûnên navneteweyî.

Wezaretê herwisa got, hikûmet ligel NY, Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanya kar dike, jibo alîkarîya azadkirina wan leşkeran bike.

Balyozê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vitaly Churkin ji rojnamevanan re got, aştîparêzan do Çarşemê alîkarî dibirin ji posteke çavdêrîyê ya NY dema ku ji alîyê 30 şervanên çekdar ve hatin sekinandin.

Vîdyoyên ku li ser înternetê hatine weşandin, serhildayên Sûrî ligel karwanê aştîparêzên NY nîşan didin.

Girtina hêzên aştîparêz tê, rojekê piştî ku serekê konseya leşkerî ya serhildayan daxwaz ji civaka navneteweyî kiribû ku bêtir alîkarîyê pêşkêşî Artêşa Sûrî ya Azad bike.
XS
SM
MD
LG