Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Fînlandîya Orpo Dibêje Rûsya Hazirîya Şerekî Demdirêj Dike

Ursula von der Leyen û Petteri Orpo
Ursula von der Leyen û Petteri Orpo

Serokwezîrê Fînlandîya Petteri Orpo îro Çarşemê got ku Rûsya dijî dewletên Rojavayî hazirîya şerekî demdirêj dike.

Orpo li Parlaman Ewrupa dîyar kir ku divê jibo berevanîya Ewrupa pirtir dirav were xerc kirin û kordînasyon were berfireh kirin.

‘’Rûsya bi awayekî eşkere xwe jibo şerekî demdirêj yê dijî dewletên Rojavayî amade dike û li hember Ewrupa gefên leşkerî yên mayînde û serekî dixwe.’’

Wî got ku ger ew dijî Rûsya bi hev re tevnegerin û bersîvê nedin gefên Rûsya wê metirsîya êrîşan zêdetir bibe.

Serokwezîrê Fînlandîya bang li dewletên Ewrupî kir ku welatê wî dijî Rûsyayê biparêzin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Çarşemê ser endamtîyên Fînlandîya û Swêdê yên li NATO got ‘’gaveke bê wate’’ ye û dîyar kir ku ewê li sînorê Fînlandîya leşker û sîstemên pûçkirinê bi cîh bikin.

Putin bi berdewamî dîyar kir ku Rûsya bi awayê teknîk jibo şerê navokî amade ye û got ku ger Amerîka leşkeran bişîne Ukrayna ewê şer gurtir bibe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG