Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fiona Hill û David Holmes di Lêpirsîna Dijî Trump de Axifîn


Rûniştinên vekirî yên bo lêpirsîna ser jikardûrxistina Serok Donald Trump didomin.

Di rûniştina dawî de David Holmes yê li Balyozxaneya Amerîka ya li Ukrayna kar dike û şêwirmendê Trump yê bo Rûsya Fiona Hill axifîn.

Fiona Hill dîyar kir ku pitşgirîya Amerîka ya bo Ukrayna ya bi "bi gefên Rûsya re rû bi rû maye’’ hatiye sîyasî kirin.

Hill da zanîn ku Komarî dibêjin ku Ukrayna mudaxaleyî hilbijartina seroktîyê ya 2016’an kiriye û got ku ew tiştekî wisa qebûl nake.

Wê amaje kir ku ew îdia ji alîyê Rûsya ve tê mezin kirin.

Holmes jî derbarê axaftina Trump û Balyozê Amerîka yê Yekîtîya Ewrupa (YE) Gordon Sondland peyivî.

Wî diyar kir ku ew li cem Sondland bûye, Trump bi dengekî bilind axifîye û wî jî bihistiye ku Trump ji Sondland re gotiye ku ‘’Zelenskiy ji te hez dike, ewê jiber vê lêpirsînê veke*

Holmes îdia kir ku Sondland gotiye ku ‘’Erê ewê lêpirsînê veke.’’

Trump ser gotinên Holmes ji Twitterê bertek nîşan da.

Serokê Amerîka dîyar kir ku tevî ku ew baş dibihise jî heta hoparlor ne vekirî bûye wî dengê telefonê yê ji li hember tê fehm nekiriye.

XS
SM
MD
LG