Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Rûsî ji Sûrîyê Vedigerin, Hêvîya Danûstandinan Xurt Dibe


Firokên şerî yên Moskovayê cara yekê roja Sêşemê ji Sûrîyê zivirîn Rûsyayê û hikûmetên Rojavayî hêvî dikin ku ev vekişînê nişkeve zextê li ser rejîma Esad bike daku danûstandinên aşitî pêş bikevin.

Balyozê Netewên Yekbûyî Staffen de Mistura ev xwevekêşandin herwekî pêşveçûnek giring şirove kir jibo giftûgoyên Duşemê li Cenevre’yê destpêkirî daku ew kêşeya wehşîyane ya dikeve sala şeşan bidawî bibe.

Mistura di daxuyanîyekê de got, ew hêvîdar in ku ewê bandoreke erênî lî ser pêvajoya danûstandinan bike.

Serokê Rûsya Vladimir Putin roja Yekşemê fermana vekişîna hêzên bingehîn yên Rûsyayê da, lê Kremlînê înkar kir ku ew hevl didin daku zextê li ser serok Beşar Esad bikin.

Karbidestekî payabilind got, Rûsya dê li ser bingehên esmanî û deryayî hêzekê xwe li Sûrîyê bihêle û êrişên dijî terorîstan dê bidomîne.

Grubeke bi El Qayde ve girêdayî ev xwevekêşandin herwekî şikestinê binavkir û got ew dê êrişên nû destpê bikin.

Putin got armanca Rûsyayê ya leşkerî bi giştî hatiye teva kirin û di pênç meh û nîvan da 9,000 sortîyên şerî kirine. piştî ku Kremlînê jibo desteka Esad dest bi kampanyaya bombekirinê kir.

Hêjayî gotinê ye, medyaya devletî ya Rûsî wêneyên zîndî yên girseyan weşand ku jibo pêşwazîkirina pîlotên zivirî li ser bingehek leşkerî li rojavayê başûrê Rûsyayê, digel bandoyek leşkerî li amuran dixistin û al dihejandin.

XS
SM
MD
LG