Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokeke Hîndistanê ji Pîstê Derket, 16 Kes Mirin


Firoka Air India Express ya bi 191 kesên 184’ê wan rêwî ne, li eyaleta Kerala ya li başûrê Hîndistanê ji pîstê derket.

Karbidestên Hîndistanê dibêjin ku di qezayê de bi kêmî ve 16 kesan jîyanên xwe ji dest dane, 89 kes rakirine nexweşxaneyê û ji wan rewişa hinan giran e.

Ew firok, ku cureya wê Boeing 737 e, ji Dubaî bi rê ketibû û dema li Firîngeha Navneteweyî ya Kozhikode Calicut dadiket ji pîstê derket.

Hin jêderên herêmî dibêjin ku firok piştî pîsta li girekî daketiye, ketiye newalekê.

Dema daketina firokê li dora pîstê baraneke pir barîye ku Hîndistan di bin bandora baranên Musonê de ye.

XS
SM
MD
LG