Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Pakistanî Dibêjin Ti Kes ji Firoka Ketî Rizgar Nebûye


Pakistanî nûçeya ketina firokê ji TV temaşe dikin

Karbidestên Pakistanî dibêjin, di bûyera ketina firoka Pakistan International Airlines de îro Çarşemê li çîyayên rojhilatê, ti kes bi saxî rizgar nebûye.

Serokê kompanya Pakistan International Airlines, Muhammad Azam Saigol di preskonferansekê de got ku ji 48 kesên hindurê firokê, kesek rizgar nebû û bûyer şeş demjimêr piştî rabûna firokê ji bajarê Chitral qewimî.

Saigol da zanîn ku firoka wan li nêzîkî bajarokê Havelian ya istana Xayber-Pakhtunkhwa gêr bû, dema ew be bi paytaxt Îslamabad di rê de bû.

Saigol dîyar kir ku firoka ATR-42 herî dawî di meha Cotmehê de hatiye kontrol kirin û ti pirsgirêk nehatiye dîtin. "Ez bawer nakim ku pirsgireke teknîkî yan mirovî hebe, lê vekolîn dê wê yekê nîşan bide," Saigol got.

XS
SM
MD
LG