Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zilamê ku Firoka Misirî Revand, Hate Desteser Kirin


Karbidestên Qibrisî dibêjin, rêwînkar anku zilamê ku firoka rêwîyan ya Misirî revandibû û li Qibrisê danabû hate desteser kirin.

Wezareta Derve ya Qibrisê ji hesaba xwe ya Twitterê ragihand ku navê rêwînkarê ku firoka EgyptAir revandîye Seif Eldin Mustafa ye, lê wezaretê zelal nekir ku sedema revandina firokê çi ye.

Hin raportên medyayî îdia dikin ku Mustafa jibo daxwazkirina hevjîna xwe ya berê, ku li Qibrisê ye, ew kiryar pêk anîye, hinekên din jî îdia kiribû ku wî qayişa xwekujî li xwe kiribû.

Di nav firokê de 55 rêwî hebûn û firok ji Îskenderîyê ber bi Qahîrê ve diçû.

Serokê Qibrisê Nicos Anastasiades gotibû ku revandina firokê ne kiryareke bi terorîzmê girêdayî ye.

XS
SM
MD
LG