Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gemî û Firokên Alîkarîya Mirovahî Giheştin Yemenê


Piştî koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengîya Erebîstana Saudî, dorpêça ku 3 hefte ne ne li Yemenê didomîne sist kir, gemîya pêşî ya bo alîkarîya xwarinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) giheşt wî welatî.

Gemîya ku têde bi tonan genim heye, li ber Bendera Safî ya di deste Husîyên Şîa de rawestîya.

Karbidestên NY’ê didin zanin ku xwarina di gemîyê de wê bo mehekê têra 1,8 mîlyon kesên ku li bakurê Yemenê dijîn, bike.

Gemîyeke din ya bazirganî jî, ku têde 5500 ton genim heye, giheşt Bendera Hudeyda ya di destê Husîyan de.

Roja Şemîyê jî destûr hatibû dayîn ku firokên alîkarîyê dakevin Sana ya paytaxta Yemenê.

Karbidestên Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) dîyar kir di firokan de 1,9 mîlyon derzî hene lê ‘’li gor pêwîstîya li Yemenê pir hindik in.’’

Li Yemenê, şer ji du sal zêdetir e didome. Li gor sazîyên alîkarî, pêwîstîya 20 mîlyon kes bi alîkarîya mirovî heye û 400,000 hezar ji wan zarok, 11 mîlyon kes bi xwarin û vexwarina pir qels dijîn.

XS
SM
MD
LG