Roja Çarşemê danê êvarî firoka Tirkî ya nefer helgir li firokxana Sabiha Gokcen ya Stenbolê ji ser rîya xwe derketîye û zirar gihaye firokê, lê neferên têda her hemû bi silamet in.
Desthilatdarên Tirkiyê heta niha behsa hurgiliyên bûyerê nekirî ye, kanê bi temamî ziyan çine, lê kenalên TV dîmenên firokê weşandin, di dîmenan da xweya dibe ku zirarek mezin gihaye firokê û balên wê şikestine.
Kenalê NTV dide zanîn ku firoke ya Hêla Esmanî ya Kerta taybet Pegagus Arline, ew ji bajarê Îzmir dihat û dixwest li firokxana Sabiha Gokcen li Stenbolê dade, 177 kes di firokê dabûn, lê kesek birîndar nebûye.
Dawiyê berpirsêb Tirkî dan zanîn ku ji encama derketina firokê ji hêla dadanê 52 kes birîndar bûne.