Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Betalbûna Dengdana Bacê Xemên Rewşa Aborîyê Zêde Dike


Rêberên Komarî li Civata Nûneran dibêjin, berpirsî niha li ser milê Serok Barack Obama ye ku ligel rêberê Senatoyê Harry Reid bixebite û rê li ber krîza darayî bigire ku pispor dibêjin îhtîmal e zîyaneke mezin li ser aborîya welêt bike.

Serokê Civata Nûneran John Boehner derengîya Pêncşemê daxuyanîyeke nivîskî weşand, demeke kin piştî plana dengdana ser pêşnîyareke Komarîyan hate paşve kişandin ku tenê baca wan kesan zêde dikir ku dahatîya wan ji 1 mîlyon pirtir e.

John Boehner got, bi têra xwe piştgirîya wî tune ku vê pêşnîyarê di Civata Nûneran de bide derbaz kirin, tevî ku wî çaverê dikir ku ew pêşnîyar were qebul kirin.

Hevdem, Serok Barack Obama ku qayil bû asta baca dahatîyê heta 400.000 dolaran zêde bike, dîyar kir ku eger pêşnîyara John Boehner li Civata Nûneran John were peqirandin jî, ew dê pêşnîyarê veto bike.
XS
SM
MD
LG