Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Florida bi Kêmbûna Pêketinên Korona Hin Xwendingeh Jinûve Vedibin


Li eyaleta Florida ya Amerîka, bi kêmbûna rêjeya peketinên rojane yên korona, hin xwendekar vedigerin zanîngehan.

Li Zanîngeha Stetson îro Yekşemê perwerde jinûve destpê kir û xwendekaran di dawîya heftê de li Kampusa DeLand û li zanîngeha Central Florida ya li Orlando derbazî ninîvgehên xwe bûn.

Li Orange County, şagirtên dibistanên dewletê bi du hefteyên fêrbûna onlayn dest bi perwerdeya sala nû kirin. Di dawîya mehê de şagirt wê bikaribin bibijêrin ku herin dibistanê yan ser onlaynê xwendina xwe bidomînin.

Hevdem, li Florida îro Yekşemê 4,155 bûyerên nû yên pêketina korona hatin tomar kirin ku ew jî rêjeya herî nizim ya tûşbûnên rojane yên ji Hezîranê vir ve ye.

XS
SM
MD
LG