Balyozê Amerîka yê li Tirkîyê Jeff Flake got ku Washingtonê ji Tirkîyê û ji hevbendên din ku peywendîyên wan bi Îranê re hene, xwestiye ku Tehranê ser kêmkirina girjîya li Rojhilata Navîn îqna bikin.
“Em, Tirkîye jî di nav de, ji hemî hevbendên xwe ku peywendîyên wan bi Îranê re hene, dixwazin ku zextê li Tehranê bikin ku girjîyê daxe. Em jibo ku girjî gur nebe hemî gavên pêkan dikin û em ser gurnebûna girjîyê bi xwe bawer in.”
Peywendîyên Amerîka û Tirkîyê di salên dawî de jiber hevkarîya Washington û Kurdên Sûrîyê, ku Enqere wek komeke terorîst dibîne, derxistina ji bernameya F-35 û kirîna sîstema S-400 ji Rûsya ketibûn girjîyê.
Flake, ku nêzî dawîya karê xwe yê li Tirkîyê dibe, li Stenbolê ji rojnamevanan re got
ku peywendîyên Amerîka û Tirkîyê niha di asteke baş de ne, ku ji demeke dirêj vir ve wisa nebûye.
Wî bal kişand ser rola kêrhatî ya Eqnerê ya ser pevguherîna Amerîka û Rûsya, ku ji Şerê Sar vir ve pevguherîna herî mezin bû.
Balyozê Amerîkî dîyar kir ku Tirkîye nebûye alîyê danûstandiner, lê jibo lojîstîkê karekî girîng kiriye.
Flake meha Hezîranê ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re gotibû ku Tirkîye bi awayekî xurt bi dewletên Rojavayî re ye û dîyar kiribû ku berê ti carî peywendîyên wê bi Amerîka re wisa xurt nebûne.
Wî ser rewşa Gaza got dijwar e û dîyar kir ku gotinên Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan yên dijî Îsraîlê rola wî ya navbeynkar dijwartir dike.
“Di mijara Gaza de piştî ku Washingtonê banga agirbestê kiriye, ew nêzî Enqere bûye, lê hîn jî nelihevkirinên her du alîyan didomin.”
Daxuyanîya Flake di vê demê de tê ku Rojhilata Navîn ser kuştina endamên payabilind yên Hamas û Hizbulahê hazirîya bersîveke pêkan ya Îran û hevbendên wê dike.
Rêberê sîyasî yê Hamas ya bi piştgirîya Îranê, Îsmaîl Hanîyeh 31’ê Tîrmehê li Tehran ya paytexta Îranê hat kuştin û Îranîyan soz dabû ku tola wî hildin.
Tevî ku Îranê ser kuştina Hanîyeh Îsraîl tawanbar kir, wê dewletê ti berpirsî negirtîye ser xwe.
Jêder: VOA, Reuters