Medyaya dewleta Îranê ragihand ku li başûrê Îranê ji ber lêser û barana zêde herî kêm 17 kes mirine û 6 kesên din jî winda ne.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan ya IRNAyê, walîyê parêzgeha Farsê Yûsif Karger got: Duh demjimêr 5ê piştî nîvro barana zêde û lêser li bajarokên Îj û Roodbal li herêmên navendî yên parêzgeha Estehban bû sedema lêserê.
“Di encama lêserê da 17 term li derdora Estehbanê hatin dîtin ku nasnameya 13 kesan diyar bû, lê şeş kesên din jî hêşta bezir in.”