Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Walîyê Florîda Fermana Ser Derneketina ji Malê Îmza Kir


Walîyê Florîda Ron Desantis fermana ser derneketina ji malê îmza kir.

Li gor fermana hatiye îmza kirin, hemwelatî dê bi tenê bo hewcedarîyên mecbûr ji malê derkevin.

Pirtir ji 30 eyaletan fermanên bi heman rengî îmza kiribûn û Ron Desantis jiber ranegihandina tedbîran dihat rexne kirin.

Li Florîda 7000 kes bi vîrusa korona ketine û wê vîrusê li wir 87 kes kuştine.

Ron Desantis roja Sêşemê ji niştecihên Florîda re gotibû ku bi qasî hûn dikarin li dora mala bigerin.

XS
SM
MD
LG