Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Florida Îro 133 Kesên Din ji Korona Mirin


Hin kes dijî karanîna rûberkan xwepêşadanê dikin (Tîrmeh 11 2020)
Hin kes dijî karanîna rûberkan xwepêşadanê dikin (Tîrmeh 11 2020)

Istana Florida ya Amerîka îro Seşemê ragihand ku 133 kesên din ji nexweşîya COVID-19 jîyanên xwe ji dest dan û hejmara giştî ya mirinên ji korona jî bû 4,500.

Reuters radigihîne ku ew hejmara 133 mirinên di rojekê de rekora nû ye li Florida ye û rekora berê di 9ê Tîrmehê de hatibû tomar kirin ku ew jî 120 kes bû.

Karbidestên saxlemîyê dîyar kir ku îro herwiha 9,000 bûyerên nû yên pêketina korona jî hatine ragihandin ku ew jî dîsa rekoreke nû ye.

Florida roja Yekşemê 15,000 tûşbûnên nû û roja Duşemê jî 12,000 pêketinên nû çêbûbûn ku ew eyaleta niha bûye baneda krona li Amerîka.

XS
SM
MD
LG