Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerên Amerîka Hewla Cezayê Herî Bilind di Doza Mirtina Floyd de Didin


Dozgerên Amerîkî daxwazê ji dadwerekî dikine ku cezayekî tundtir bide efserê polîsê berê Derek Chauvin li dor mirina George Floyd û argumenta wan ew e ku Floyd di rewşeke hejar de bû û Chauvin jî wek efserekî polîs desthilata xwe binpê kir.

Parêzerê berevanîyê Eric Nelson dijberîya cezayekî tundtir dike û dibêje wîlayeta Minnesota, di piştrastkirina fakterên gurkirinê de dema girtina Floyd di 25 meha Gulana 2020an de, têk çû

Chauvinê spî hefteya borî bi pileya duyem û pileya sêyem ya kuştinê û kuştina bê mebest hat gunehbarkirin li dor danîna kaboka xwe li ser stûyê Floyd bêhtir neh kêlîlkan, di demekê de ku Floyd yê reşpêst nikaribû henasa xwe bikşîne.

Herçendî Chauvin bi sê gunehan hate gunebarkirin, li gor yaseyên Minnesotayê , ew dê tenê bi ya herî giran were cezakirin. Ew jî pileya duyem ya kuştinê ye û dikare heta 40 sal zindan be. Şareza dibêjin dê Chauvin ewqasî wernegire.

Dozgeran nîşan bi wê yekê nedan ka ew dixwazin ciqas ceza ji bo Chauvin were dayîn.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG