Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevjîna George Floyd: Ez bo Wî Dadmendîyê Dixwazim


Xanima George Floyd, Roxie Washington piştî mirina mêrê wê cara pêşî li pêş kamerayan axifî.

Roxie Washington tevî keça xwe ya şeş salî Gianna, li Minneapolisê preskonferansek li dar xist.

Xanim Washington dîyar kir ku êdî bavê Gianna tune ye.

‘’Ez bo qîza xwe û George li vir im, bo wî dadmendîyê dixwazim. Ew yekî rind bû.’’ Xanim Washington got.

Wê da zanîn ku George êdî nikare mezinbûna keça xwe bibîne, beşdarî derçûna wê bibe û li daweta wê li ba wê be.

George Floyd yê reşik hefteya borî dema ji alîyê polîsan ve hatibû desteser kirin jîyana xwe ji dest dabû û bo wî li seranserê Amerîka protesto destpê kiribûn.

XS
SM
MD
LG