Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malbata George Floyd Banga Protestoyên Aştîyane Dike


Terrence Floyd, birayê George Floyd yê hefteya borî li Minneapolisê dema desteserkirinê hatibû kuştin, serdana cîhê George lê jîyana xwe ji dest dabû kir.

Floyd li cîhê birayê wî hatibû kuştin rûnişt û dia kir.

‘’Malbata min malbateke aştîyane ye, malbata min ji Xwedê ditirse’’ Floyd got.

Wî bang li xwepêşanderan kir ku dûrî tûndûtûjîyê bisekinin û dîyar kir ku ew tundûtûjî nikare birayê wî bi şûnde bîne.

Di xwepêşandanên şeva borî de xwepêşandaran agir li nêzî Qesira Sipî vexistibûn û firoşgehên derdorê talan kiribûn.

Herwiha li New York, Atlanta, Los Angeles, Chicago û jimareke bajarên din xwepêşandan berdewam kirin û xwenîşander rastî pêşîgirtina polîsan hatin.

XS
SM
MD
LG