Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kompanîya FlyDubai Dest bi Firînên Dubai û Tel Avîvê Kir


Kompanîya FlyDubai, wek gaveke nû ya normalkirina peywendîyên navbera Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Îsraîlê îro Pêncşemê dest bi firînên Tel Avîvê kir.

Firîna FZ1163 ya FlyDubai flight îro piştî rêwîtîyeke 3 saet û 20 deqeyan di demjimêr 11:38’ê nîvro de giheşt firîngeha Ben-Gurion International.

Rêwîyên firokê ji alîyê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ve hatin pêşwazî kirin û CEO'yê FlyDubai Gaith el-Gaith jî, ku bi xwe jî li firokê bû, xêrhatina mêvanan kirin.

Firîna FZ1164 ya vegerê jî piştî rêwîtîyeke bi dirêjîya 2 saet û nîvan, di semjimêr 6:37’an de giheşt Firokexaneya Navnetewî ya Dubai.

Gerokên Îsraîlî bi nîşandana pasaportên xwe silav dan rojnemevanan û kesên ku li wan temaşe dikirin.

Kompanîya netewî ya Îsraîlê El Al jî li ber e ku di meha donzdeh Berfanbarê de dest bi firînên bajarê Dubai bike.

XS
SM
MD
LG