Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Generalê Karkenar Kellogg Wek Şîretvanê Ewlekarîya Netewî bi Nav Dike


Di vê fotoya arşîvê de Serok Trump, Flynn û Kellogg

Serokê Amerîka Donald Trump, generalê karkenar Keith Kellogg wek şêwirmendê natewî bi nav kir, piştî ku Michael Flynn, jiber raportên medyayî yên ser peywendîya wî ya bû Rûsan re, do şev karvekişîna xwe da.

Washington Post û New York Times hefteya borî nivisîbû ku Flynn ligel balyozê Rûsî Sergey Kislyak, derheqa toleyên aborî yên ji alîyê rêvebirîya Obama peyîvîbû, tevî ku rêvebirîya Trump îdiaya wiha red kiribû.

Jimareke senatorên Demokrat daxwaza lêpirsînekê derbarê Flynn kiribû, hinekên din jî ji Trump xwestibû ku wî biqewitîne.

Neh karbidestên rêvebirîya berê û niha ku navên xwe eşkere nekirin, ji Washington Post re gotibû ku Flynn û balyozê Rûsî Kislyak bi eşkereyî derbarê toleyên aborî yên ser Rûsya peyîvîn, tevî ku îdaya maytekirina Rûsî ya di hilbijartinan de bi firehî dihat gotûbêj kirin.

Roja Duşemê Washington Post ragihandibû ku Wezareta Dadê rêvebirîya Trump hişyar kiriye ku Flynn dikare li ser ewlekarîya netewî bibe xeterî.

XS
SM
MD
LG