Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fuad Masum Serokomarê Nû yê Îraqê ye


Parlemana Îraqê îro Pêncşemê sîyasetvanê Kurd yê derîn Dr. Fuad Masum wek serokomarê nû yê Îraqê hilbijart.

Serokê Parlamenê Îraqê Selîm el Cuburî berî demeke kin dîyar kir ku Masum wê bide serokê nû yê Îraqê.

Fuad Masum di sala 1938an de hate dinê û berê jî wekî serokwezîrê yekê yê Herêma Kurdistana Îraqê hatibû hilbijartin.

Masum ji salên dirêj vir ve, wek yek ji nûnerên Kurdan, li Bexda bû.

Pispor dibêjin, bi dagirtina posta serokomarîyê, êdî rê li ber pêkanîna hikûmeteke nû ya Îraqê jî vebû.

XS
SM
MD
LG