Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamantera Berê ya Afganî li Kabulê Hat Kuştin


Karbidestên Afganistanî ragihand ku endama berê ya parlamana Afganistanê, Mursal Nabîzade li mala xwe ya li Kabulê ji alîyê çekdarên nenas ve hatiye kuştin.

Di êrîşa do Yekşemê de, Nabîzade û parêzvanên wê hatin kuştin û birayê wê jî birîndar bû.

Karbidestan dîyar kir ku hêzên ewlekarîyê bo dîtina tawankaran dest bi lêpirsîneke cidî kiriye’.

Nabîzade heya ku Talîbanê di sala 2021’an de kontrola Afganistanê bi dest xwe xist parlamanter bû.

Medyaya xwecîhî ya Tolo ragihand ku Nabîzade di sala 2018’an de ji Kabulê bo meclîsa jêrîn hatiye hilbijartin.

Talîban dibêje ew bala xwe didin ser ewlekarîya welêt, lê di mehên dawî de jimareke êrîşan li Kabulê çêbûne.

Hefteya borî jî di encameke êrîşeke li Wezareta Derve ya Afganistanê, bi dehan kes hatibûn kuştin û Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsîya wê êrîşê girtibû ser xwe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG