Lînkên eksesibilîtî

HRW jiber Karanîna Fosfora Sipî Amerîka Rexne Dike


Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW)

Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, li Sûrîye û Îraqê, di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de fosfora sipî bi kar tîne û jîyana sîvîlan dixîne metirsîyê.

HRW’ê dîyar nekir ku bi çekên bi fosfora sipî kes hatîye kuştin yan na.

Artêşa Amerîkî dide zanîn ku fosfora sipî ‘’li gor qanûnê’’ dixebitîne.

Fosfora sipî di dereceyên bilind de dişewite ku him jibo ronkirin him jî bo tarîkirina herêmên cengê tê karanîn.

Dîrektorê Çekan yê HRW’ê Steve Goose dîyar kir ku karanîna fosfora spî, li bajarên wek Reqa û Mûsilê rîskekî mezin e.

‘’Fosfora sipî pir hatîye karanîn yan jî hindik, ew ne girîng e. Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka jibo parastina sîvîlan divê hemî tedbîran bistîne’’ Goose got.

Li bakurê Mûsilê û li Reqa operasyonên li dijî DAIŞ’ê didomin.

HRW’ê da zanîn ku hîn ne zelal e ku koalîsyon bo çi fosfora sipî bi kar tîne.

Ajansa DAIŞ’ê el-Amaq jî ragihand ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, fosfora sipî dema Misilmanên Reqa li ser fitarê bûne kar anîye.

XS
SM
MD
LG