Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa, Almanya û Îtalya Banga Sekinandina Şer li Lîbyayê Dikin


Fransa, Almanya û Îtalya bang li alîyên şerker yên li Lîbyayê dikin ku şer rawestînin û ew ji hêzên derveyî jî dixwazin ku maytekirina di nav karên wî welatî de nekin.

Her sê welat ji hemî alîyan dixwazin ku girîngî ji danûstandinan re were dayîn ku çareserîyeke sîyasî pêk were.

“Di hebûna xeterîya xirabtirbûna rewşa li Lîbayê, Fransa, Almanya û Îtalya bang li hemî alîyan dikin demûdest û bê şert şer rawestînin,” her sê dewlet di daxuyanîyeke hevbeş de ragihand.

Wan herwiha bang li hêzên bîyanî kir ku xwe tev li karên navxweyî yên Lîbyayê nekin û rêzê li biryara ambargoya çekan ya Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî bigirin.

Peywendîyên navbera Fransa û Tirkîyê, ku her du jî endamên NATO’yê ne, di hefteyên borî de jiber kêşeya Lîbyayê xirabtir bûne.

XS
SM
MD
LG