Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa: Bo Damezrandina Hikûmeteke Nû ya Lubnanê Ne Dereng E


Serokwezîrê destnîşankirî yê Lubnanê Mustafa Edîb

Fransa piştî ku di vê heftêyê de dema damezrandina hikûmeteke nû ya Lubnanê derbaz bû îro Çarşemê bang li sîyasetvanên Lubnanî kir ku jibo çareserîya krîza aborîya têkçûyî demûdest kabîneyeke nû damêzrînin.

Karbidestêkî ofîsa seroktîya Fransa ji Reuters re ragihand ku pêdivî ye ku sîyasetvanên Lubnanî piştvanîya serokwezîrê destnîşankirî Mustafa Edîb bikin.

“Hîn ne dereng e. Divê her kes berpirsîyên xwe bicîh bînîn û jibo berjewendîya Lubnanê gavan bavêjin," wî ji Reuters re got.

Lubnan rûbirûyê hilweşînek ya darayî ye û ev rewş ji şerê navxweyî yê 1975-1990'an vir ve xeterîya herî mezin ya ser aramîya wî welatî ye.

Serokê Fransa Emmanuel Macron jibo rizgarkirina Lubnanê ji pirsgirêkên aborîya têkçûyî pêşêngîya hewildanên navneteweyî dike.

Macron ji peqîna mezin ya li bendergeha Beyrutê ya 4'ê Tebaxê vir ve, ku ew bû sedema hilweşandina binesazîya bajêr û rewşa dijwar hîn xirabtir kir, du caran serdana Lubnanê kir.

Rêberên mezhebî yên Lubnanî soz dabûn Macron ku ewê heya 15'ê Îlonê kabîneyeke nû ya yekbûyî ava bikin.

Dewletên ku soza diravan dabûn Lubnanê şert danîbûn ku reform pêk werin û kabîneyeke nû ya ji teknokratan û ji wezîrên pispor were damêzrandin.

Edîb jibo damezrandina hikûmetê hewil dide ku wezîran erkdar bike da ku ew bikaribin ser nexşerêya Fransa bixebitin.

Çavkanîyên agahdar ji Reutersê re got ku Edîb dixwaze berpirsên hin wezaretan biguherîne ku hin ji wan bi salan e ji hêla heman hezên mezhebî ve têne kontrol kirin.

Lê aktorên mezin yên Şîay û Kirîstîyan di sîstema destilatdarîya parvekirî ya mezhebî de rexneyan kiribûn ku Edîb ê Sunî bi wan naşêwire.

Nexşerêya Fransa ya bo hikûmetek nû ji mijara wek jinûve destpêkirina danûstandinên rawestandî yên bi Sindoqa Diravî ya Navnetewî (IMF) re tîne ku heta nûkirina sîstema elektrîkê ya xirab were çêtir kirin.

XS
SM
MD
LG