Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa ji Operasyonên Deryayî yên NATO li Derya Sipî Vedikişe


Wezareta Berevanî ya Fransa îro Çarşemê ragihand ku ew ji operasyonên deryayî yên NATO yên li beravên Lîbyayê vedikişe.

Wezaretê ragihand ku alozîya dawî ya bi keştîyeke Tirkî re û cudabîrîyên nav NATO yên derbarê Lîbyayê bûye sedema wê biryarê.

“Roja Sêşemê nameyek ji NATO re hate şandin ku Fransa beşdarbûna xwe ya operasyona Sea Guardian bi “kindemî” radiwestîne,”daxuyanîya wezareta Fransî got.

Hikûmeta Fransî herwiha ji NATO yê xwest ku mekanîzmeyekê ava bike ku nehêle girjîya navbera keştîyên şerker yên Tirkî û gemîyên Fransî yên li Derya Sipî dubare be.

NATO ragihandibû ku ew vekolîna wê bûyerê, lê Fransa bi pêgirî Tirkîyê tawanbar dike ku ambargoya çekan ya NY ya ser Lîbyayê binpê.

XS
SM
MD
LG