Wezîrê Berevanî yê Fransa Sebastien Lecornu îro Çarşemê sardana Ukrayna dike ku piştgiriya leşkerî ya zêdetir ji Ukrayna re gotûbêj bike.
Lecornu, jibo rêzgirtina Ukraynîyên ku di berevanîya welatê xwe de hatine kuştin, gul danî ber peykera lehengan ya li Kîevê.
Lecornu dîyar kir ku hikûmeta Fransa wê bi awayekî zelal û domdar piştgirîya Ukrayna bike.
Fransa ji destpêka dagirkirina Rûsya vir ve çek şandine Ukrayna û herwiha mazûvanîya du konferansên alîkarîyê yên jibo Ukrayna jî kir.
Li ber e ku Lecornu bi serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy, bi wezîrê berevanî Oleksiy Reznikov û fermandarên artêşê re hevdîtinan bike.