Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girjîya Navbera Parîsê û Tehranê Kûr Dibe, Fransa Îro Dîplomatekî Îranî Dersînor Kir


Fransa, wek bersîvdana plana têkçûyî ya bombekirina mîtîngeke opozîsyona Îranî ji alîyê Tehranê ve, îro Înê dîplomatekî Îranî dersînor kir.

Wezareta Derve ya Fransî di 2yê Cotmehê de gotibû ku ti guman tuneye ku îstixbarata Îranê li pişt wê plana êrîşa hember xwepêşandana 30yê Hezîranê de ye.

Hikûmeta Fransî berê jî jiber heman sedemê dest danîbûn ser hebûnên îstixbarata Îranî û 2 hemwelatîyên Îranî.

Hikpmetê gotibû ku hewila êrîşa li Villepinte ku di 30'ê Hezîranê de hat pûç kirin, pir girîng e û nabe ku bûyereke wiha girîng ya li nav axa Fransî bê ceza bimîne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku dîplomatekî Îranî yê li Avusturya û sê kesên din bi gumana plankirina êrîşa dijî civîneke Civata Berxwedana ya Netewî ya Îranê (NCRI) hatibûn desteser kirin.

Îranê îdia kiribû ku ti alaqa wê bi wê planê tuneye û ew bûyer ji alîyê opozîsyonê ve hatiye plan kirin.

Fransa berê jî ragihandibû ku ewê balyozekî nû neşîne Tehranê ku çavdêr ew yek bi heman sedem plana êrîşa Villepinte ve girêdidin.

Hikûmeta Fransa ji dîplomatên xwe û ji wezareta derve xwestibû ku bo demeke nedîyar çûyîna Îranê radiwestînin.

XS
SM
MD
LG