Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francîs Du'a Bo Lubnanê Dike Û Dixwaze Serdana Wî Welatî Bike


Papa Francis, papyê Vatîkanê

Rêberê ruhanî yê Krîstîyanên Katolîk yên cîhanê Papa Francîs îro Çarşemê piştî meha borî neştergerî bo hatbû kirin, cara yekê li pêş raya giştî axivî.

Papa Francîs di axaftina xwe ya îro de ku di salvegera yekê ya teqîna kujer ya li Beyrûtê ye çê bûbû, gelek behsa Lubnanê kir û got ku ew pir dixwaze serdana Lubnanê bike û wî got "Lubnana hêja, daxwaza min ya hatina serdana te pir mezin e. Ezê ji duakirina jibo te nabetilim da ku Lubnan jibo tevahîya Rojhilata Navîn jinûve bibe peyama biratîyê, peyama aştîyê "

Francîs got, ku piranîya welatîyan li Lubnanê, 'tewre xayala jîyanê jî winda kirine', jiber ku di nava hilweşandineke mezin ya darayî de ye û rûbirûyê krîzeke civakî ya herî xirab ya di 30 salên dawî de ye.

Papa Francîs got, divê xêrxwaz 'li ser rêka vejînê', alîkarîya Lubnanê bikin.

Hevdem, wî ne tenê bi gotin lê bo gavên berbiçav bang kir û destnîşan kir ku Lubnanîyên mal û karên xwe winda kirine, westiyayî ne û hatine xapandin.

Francîs her wiha jibo Serokê Fransayê Emmanuel Macron hêvîyên serkeftinê pêşkeş kirin, ku hewil dide bo Lubnanê zêdetirî 350 mîlyon dolar alîkarî berhev bike.

Di peqîna kîmyayî ya mezin de li Beyrûtê 200 kes hatin kuştin û bi mîlyaran dolar zara pêk hatibû.

Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê, Arşîp Paul Gallagher meha borî ragihandibû ku dibe Papa di dawîya vê salê de, yan serê sala pêşiya me serdana Lubnanê bike.

XS
SM
MD
LG