Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Frensa Sê Kes Hatine Girtin Piştî Êrîşa Nice


Dêra Notre Dam li bajarê Nice

Çavkaniyeka polîsê Frensa îro Şemiyê got ku kesekî sêyem hatiye girtin di derbarê êrîşa bajarê Nice de, di demekê de ku hikûmetê hewlên ewlehiyê dijî êrîşên çekdarî bilind kirine.

Roja Pênşemê, êrîşkerekî bi “ Ellahû Ekber”(Xweda Mezin e) dengê xwe bilind kiribû û jineke û du kesên din di dêreka bajarê Nice de serjê kirin. Ew êrîşa duyem bû li Frensa di nava du hefteyan de.

Bergumanek roja Pênşemê hatibû girtin û roja Înê jî yên duyem û sêyem hatin girtin, li gor çavkaniya polîs.

Çavkanîyeka dadwerî got ku vekolîn li gel herî kêm du bergumanan bûn, di nav de jî rûniştvanekî Nice, li dor girêdana wan bi kesê êrîşker re.

Tê zanîn, polîs kesê êrîşker gulebaran kiribû û ew niha li nexweşxaneyê di rewşeke tenduristî ya xerab de ye.

Serokê Frensa Emmanuel Macron bi hezaran serbaz li bajaran belav kirine, ji bo parastina dibistanan û cihên nimêjan, û hin wezîran huşdarî dane ku renge êrîşên din ên çekdarî bibin.

Êrîşa Nice ya ku di roja boneya jidayîkbûna pêxemberê Misilmanan Muhemed de pêk hatî, bû di demekê de ku misilmanên seranserî cîhanê tengirî ne li dor berevaniya Frensa ya belavkirina hin wêneyên karîkatorî yên pêxember Muhemed.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG