Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Frensa ji Meha Çelle ve 2 Hewildanên Terorîst Têk Dibe


Wezîrê Navxweyî yê Frensa Gerard Collomb

Wezîrê navxweyî yê Frensa dibêje ji meha Çelle ve 2 hewildanên êrîşên terorîst li welêt hatine beravêtin.

Wezîr Gerald Collomb îro Yekşemê li ser tilfizyona CNews got êrîşekê dê navendeka werzişî ya mezin kiriba armanc û armanca êrîşa din serbazên Frensî bûn.

Wî got herdû pilan jî bidawî nehatibûn.

Collomb got jimarek berguman di vê derbarê de hatin girtin, ku ji aliyê desthilatdaran ve wek tundrew dihatin nasîn.

Hikûmeta Frensî roja Înê programeka berfereh a nû ragihand li dijî tundrewiyê, di demekê de ku Jîhadî ji meydanên şer ên Îraq û Sûriyê vedigerin.

XS
SM
MD
LG