Li Frensa îro Yekşemê gera duyê ya hilbijartinên giştî tê kirin ku çaverê ye hevbendîya rastgir ya tundrê wekî hêza herî mezin di parlemaneke dabeşkirî de bi serkeve.
Seranserî Fransa alozdar e. Li kolanan 30 hezar polîs jibo pêşîgirtina li egera alozîyekê hatine bi cîh kirin û dengdêr bi xem in, jiber pêkan e ku encamên hilbijartinê dîmena siyasî ya Frensa biguherîne û alozî derkevin.
Wezareta Navxweyî ya Frensa got ku beşdarbûna dengdêran pir zêde ye, li gorî cara dawî di sala 2022’an de.
Di dora yekê ya 30’yê Hezîranê de, hevbendîya Yekîtîya Neteweyî (RN), rêjeya ji sedî 33, bi ferqekeke mezin piranîya dengan bidest xist. Siyasetvana rastgir ya tundrê Marine Le Pen seroktîya hevpeymanîya RN dike.
Li dû RN, bi rêjeya 28 ji sedî ya dengan hevpeymanîya çepgîr hat, dema ku hevpeymanîya navendparêzan ya serok Emmanuel Macron jî di rêza sêyê de cîh girt, ku tenê ji sedî 20 ji dengan bidest xist.
Piştî serketina mezin ya rastgirên tundrê di hilbijartinên Parlamena Ewrupî de, di destpêka vê mehê de, Macron jibo Frensa banga dengdana pêşwext kiribû.
Li welatê bi şênîya nêzî 68.4 mîlyonî, 49.5 milyon dengderên Frensî îro jibo dîyarkirina 501 n ûnerên ku wê 5 salan di Parlamenê Neteweyî de wan temsîl bikin, diçin ser sindoqan.
Di dora yekê de de parlamenîya 76 kesan bi teqezî dîyar bûbû.
Hevbendîya çepgîr û ya navendî ya Macron li herêmên ku berbijarekî din xurt e, berbijarên xwe vekişandine, da ku hevpeymanîya rastgir RN ya Le Pen bi sernekeve.
Di dengdana îro de 1094 berbijar hevrikîyê dikin, berbijarê herî zêde deng werbigre wek parlamenter tê hilbijartin.
Partî yan jî hevbendî divê bigihêjin 289 parlementeran, da ku di parlamenê bi 577 kursîyan de, piranîyê bidest bixin.
Li bende ye ku encamên destpêkê îşev yên fermi jî sibe Duşemê werin eşkere kirin.
Jêder: AFP, Reuters