Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Dibêje Frensa û Ewrupayê Kar Li Ser Vekirina Erkeka Hevbeş Li Afghanistanê Dikin


Serokê Frensayê Emmanuel Macron
Serokê Frensayê Emmanuel Macron

Serokê Frensayê Emmanuel Macron îro şemiyê got ku hejmarek welatên Ewrupî kar dikin ji bo vekirina erkeka dîplomatîk ya hevbeş li Afghanistanê ku dê rê bide balyozên wan vegerin wî welatî.

Welatên Rojava di tevliheviyekê de ne ka çawa serederiyê bi Talîbanê re bikin piştî ku wê di meha Tebaxê de Afghanistan kontrol kir, dema Amerîka bi temamî ji wir vekişiya.

Amerîka û welatên din yên Rojavayî balyozxaneyên xwe girtin û dîplomatên xwe ji Kabulê derxistin piştî Talîbanê paytext dorpêç kir.

Macron li Dewhayê, berî biçe Jeddaya Erebistana Saudî, ji peyamnêrsan re got:

“Em hizra rêxistinekê di navbera hejmarek welatên Ewrupî de dikin... cihekî hevbeş ji bo gelek Ewrupiyan, ku dê rê bide balyozên me lê amade bin.”

Amerîka, welatên Ewrupî û hin welatên din bi fermî pênasînê bi Talîbana ku pêkhateya Paştûn tê de desthilatdar e, nakin û wê bi vegera ji sozên himbêzkirina siyasetmedar û pêkhateyên din û her wiha piştgiriya mafên jinan û kêmaniyan, tawanbar dikin.

Macron dibêje ev hizira wan ciyawaz e ji pênasîn yan diyalogeke siyasî bi Talîbanê re.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG